Xwe û kesên din biparêzin – Pêşniyarên derbareyê Covid-19’ê
Skydda dig själv och andra – rekommendationer om covid-19 på kurmanji.
Li vir kurteyek derbareyê hin tiştan heye, ku we pêwîst e hûn bikin, da ku xwe û kesên din li dijî Covid-19’ê biparêzin.
Xwedî berpirsiyar bin da ku parastina xwe û kesên din ya li hevber belavbûna enfeksiyonê bigirin
Her kes berpirsiyariya xwe heye, ku xwe û kesên din li li hevber belavbûna
Covid-19’ê biparêze.
Xwe bi aşîlêdanê biparêzin
Aşîlêdan riya herî baş e, ku mirov xwe ji ketina bi nexweşiya giran a ji Covid-19’ê biparêze.
Folkhälsomyndigheten (Daîreya Tenduristiya Gel) pêşniyar dike ku her kesê 50 salî û mezintir li hevber Covid-19’ê xwe aşî bike. Em her weha pêşniyar dikin, ku mirovên 18 salî û bi ser ve heger ew li nav komeke xeternak a cidî ya ketina bi Covid-19’ê ne, xwe aşî bikin.
Çend dozên aşiyê ku bo we têne pêşniyarkirin, ku divê hûn li xwe bixin, bi temenê we ve, girêdayî ketin an neketina we ya li nav komeke xeternak e.
Aşî bo mirovên temenê wan li navbera 18 û 49 salî jî heye, tevî ku ew li pêşniyara me ya bo aşîlêdana li hevber Covid-19’ê ne hatibin nimandin jî.
Li ser malpera 1177.se, hûn dikarin bixwînin li ciyê ku hûn lê dijîn mirov çawa derzî li xwe dixe.
Mirov çawa xwe li hevber Covid-19’ê aşî bike (1177.se)
Pir kêm caran zarok û ciwanên saxlem ji Covid-19’ê bi giranî nexweş dibin. Kesên di bin 18 saliyê de ne, dikarin bi şêwirdariya bi bijîjkê xwe yê têkildar aşîlêdana li hevber Covid-19 werin pêşniyarkirin, heger nexweşiyeka wan, yan rewşeka wan, yan semptomeka wan hebe, ku ew bêhtir rast li pirsgirêkên enfeksiyonî yên respirasyonê (bihnstandinê) re têkildar bin, wek mînak heger pergala berevaniya wan pir qels be.
Heger hûn nexweş bin li malê bimînin
Heger hûn nexweş bin û nîşanên ku dikarin Covid-19 bin, ku bi we re hebin, li malê bimînin û her çend we xwe test kiribe û encama testê negatîv derketibe jî. Dîsan bi kesên din re ji nêzîkî ve çi têkiliyan nekin.
Heger we bo nirxandina nîşaneyên xwe yan bo şîretên wergirtina derbareyê ciyê sexbêriyê pêwîstî bi alîkariyê hebe, li vê jimara têlefonê bigerin: 1177
Bi taybetî hay ji xwe hebin heger we aşî li xwe nexistibe
Pêşniyarên taybetî bo wan kesên ku li gorî pêşniyarên Folkhälsomyndigheten (Daîreya Tenduristiya Gel) nehatibin derzîkirin.
Heger hûn 50 salî û mezintir in, an jî heger hûn 18 salî û mezintir in û li nav komeke xeternak a nexweşiya Covid-19 ya giran in û hûn aşî nebûbin, divê hûn bi taybetî hay ji xwe hebin. Ev tê vê wateyê ku divê hûn ji qelebalixan û kombûnên mezin ên li hundurê malan dûr bin da ku hûn nexweş nekevin. Ev bi taybetî li wan serdeman girîng e, ku belavbûna Covid-19 zêde ye. Kesên aşîkirî yên ku di nav komeke xeternak a tibbî de ne, di xetereya ketina bi nexweşiya giran de ne. Metirsiya nexweşiyên giran jî bi zêdebûna temen re zêde dibe.