Xwe û kesên din ji vegirtin û belavkirina nexweşiyê biparêze

Xwe dûr bigre û bibe xwedî berpirsiyariya kesane

Pêşîlêgirtina belavbûna covid-19 berpirsiyariya me hemûyan e. Hem li hundur û hem jî li derve li dûrî xelkê raweste.

Gava nexweş bikevî li malê bimîne

Heger tu xwe nexweş hîs bikî û lîça te vekişe, bikuxî yan te ta girtibe, hingê neçe kar yan medresê. Hingê çi rîsk nîn e ku tu kesên din bi nexweşiya xwe bixî. Heger hindik be jî tu xwe nexweş hîs bikî, divê tu wisa bikî.

Heta nexweşiya te berdewam bike, li malê bimîne. Heger rewşa te xirabtir bibe û tu êdî nikaribî li malê li xwe binerî, hingê bo şîretwergirtina derbareyê nexweşiyê, telefon bo 1177 bike (bi swêdî û înglîzî).

Her çend kuxika hişk hîna di qirika te de mabe jî, gava ji ser nexweşketina te 7 roj û bi kêmanî jî du roj ji ser bi te re nemana sîmptomekê derbas bûbin, hingê tu dikarî herî karê xwe yan xwendegeha xwe.

Piştî ku tu rehet bûyî, berî ku tu dîsa vegerî ser karê xwe yan jî vegerî medreseyê, herî kêm 48 saetan li malê bimîne.

Kesên bi temen dikarin xirabtir nexweş bikevin. Loma grîng e, ku tu serdana kesên nexweş li nexweşxaneyê yan jî li mala äldreboende (salmezinan) nekî. Heger karê te sexbêriya salmezinan be, û heger hin sîmptom bi te re hebin, hingê gerek e tu neçî kar.

Bila haya te ji symptom'a (nîşan û alameta) nexweşiya covid-19 hebe

Symptom'a nexweşiya covid 19, berî her tiştî; ta ye û kux e. Her wisa jî pirsgirêkên bihnçikandinê, lîç, pozxetimîn, êşa qirikê, serêş, dillihevketin, êşa masil û movikê symptom'ên normal in. Piraniya kesan bi sivikî nexweş dibin û li nav demekê ev nexweşî bi sexbêriya li malê jixweber diçe û derbas dibe. Hin kes gran nexweş dikevin wek nimûne bi pirsgirêkên bihnwergirtinê û îltîhaba pişikê. Heger yek ji van symptoman li nik te xuya bike, hingê divê tu bi kesekî din re nedî û nestînî.

Destên xwe gelek cara bişo

Ew maddeyên ku vîrusê belave dike, dikare pir bi hêsanî bi destê mirovan ve bizeliqe. Gava tu bi destê yekî digirî, hingê ew madde ji destê te diçe li destekî din belave dibe. Loma destê xwe gelek caran bi ava germ herî kêm 20 saniye bişo.

Her dem gava tu têyî malê yan gava tu têyî ser karê xwe, diçî derve, berî xwarinê, gava destê xwe didî xwarinê û piştî serdana tûwaletê, destên xwe bişo. Gava tu nikaribî destê xwe bişoyî, destşûştina bi alkolê alternatîfek e.

Alkola destşûştinê

Gava sabûn û av tunebe, hingê dikarî alkola destşûştinê ya bi kêmanî %60 alkol têde heye bi kar bînî.

Li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke

Gava tu dikuxî yan dipişkî, dilopên biçûçik ên bi maddeyên vegirtina nexweşiyê ji dev û pozê te belave dibin, dikare vîrusê ji te belavê kesekî din bike. Bi kuxîn û pişkîna li nav qermûçeka milê xwe, yan li nav destmaleke kaxezê, tu nahêlî ku vegirtina vê nexweşiyê li der û dora te, yan li ser destê te belave bibe. Her dem wê kaxezê bavêje nav qutîka ziblê û destê xwe bişo.

Destê xwe nede çav, poz û devê xwe

Ev vegirtina nexweşiyê bi riya mukoza li nav çav, poz û devî belave dibe. Loma destê xwe nede çav, poz û devê xwe.